Dil maye bê deng
Salim Al Shahwani
Çendî belatînk li hizreta şemalê ye û di geryê li dorê
Hewqas ez ( muştaq ) ê dîtina teme hey gulî sorê
Loma ez terka te nakim ne bi rehetî û ne bi darê zorê
Çawa ezê bi destê xwe dilê xwe êxime nav cefa û corê
??????
Min çi kir bû yar bê ( sûc ) û ( sebeb ) ji min qehirî
( Dunya ) li min kir bû zindan û goreke pir reş û tarî
Bi şev û rojan li dilê min qîrîn û nal û ax û ( of ) û zarî
( E’yîn ) weke halê Eyûb pêxemberê kurma xwarî
!!!!!!
Wê di got: ez ya teme bi ( qirar ) û peyman û soz
Min di got : bejina zirav li min sed bimbarek û pîroz
Îro E’wana li nav mede rakirin bagelîşik û e’cac û toz
Ew kevoka kedî ji min re kirin qantireke har û şemboz
!!!!!!
Ev ( Dunya ) fireh û xweş li min bû zindaneke reş û teng
Laş maya bê ( taqe ) et dil jî maye bê tike tik û deng
Xewa şeva li min herimî loma zer bûye ev me’d û reng
Bê xew çava di dim hev weke bazêd şikestîn çeng