Aram Duhokî
Piştî pitir ji 47 salên şerî di navibera leşkerê Turk a û hêzên PKK ê, îro bi kêş û vekêşanek dijwar û dum dirêj herdw alî gehan wê qenatê ko ev tund û tîjy bi dway were.
Helbete di bineret da di bît çi ji herdwan hez ne kir be bi vî rengê mesele bi dîmahî hat ba, lê kawdanêt nav xwey yê herdw alyan wesam di xasit ko ev şerê dum dirêj bi dîmahî were egîna di bît berdewamya wê çi caran bi dway neyê û sudmend tenê dewruberên bê bawer bin. PKK bo demê çendîn salane xwe li hisar day li çyayê Qendîlî û ji hemu alaya çarpêç kirî bun û ne di karî hîç serkefitinek leşkerî bi dest ve bîne, tenê hêcet bo Turkan zêde di kir ko pitir pitir were nav herêma Kurdistana Îraqê wer xar ko ev jî tenê zyan bi Kurdan di ket weko millet eve ji bilî ko ev parte di nava systema nêvnetwî da mîna rêkixirawek têrurîstî li qelem dida û berpên wê tim teng di bun eve ji bilî serokê wan di girtîgehê ve her ji 1999 were û bi hezaran emdamên wan û….htd. Kêşe di alyê Turkave dyare ew la jî hewqas baş nebu û ev kêşe bi giranî li ser di rawesta di ser hindêra ko serkefitinêt leşkerî li vêre û wêrahe anî bun, lê arêşe ji vê yekê mezintir bu ne maze di alyê aburî da gelek fişarek mezin bu li ser wî welatî. Agirê Cihî a û Xez devera rojhelata navîn hewqas şarand û Israîlê serkefitinên mezin bi dest ve înan û tirisek mezin êxisit dilê Turkan ko êdî Cuhî tuxîbê wî welatî bibirn sudî ji hebuna PKK wergirin hawkêşe bi kive dibqunaxekbdin da li dijî Turkî eve ji bilî aburê Turkî di lawaztirîn xalên xwe da dijît û he alyên jyanê vedigirît û rewş beref aluzbunê ya berdwam bu.
Bi vî rengî herdw alî ket bun derdê xosaretyê û beref bê hêz bunê ve diçun, di vê hawkêşa nuke hatî pêş bo herdwan delîveke ko sudî jê wergirin û systemek dîmokiratîk ava bi ken mafê hemu gelan têda ber qirar be dur ji netewepeestya ser hişika Turkan. Cîgan berev globaşazation ve di çe û ev sîstema nû herkes di xaze li dîf qewarê xwe xo têda bi bîne.