Dil bi temametî ne yê te ye: Salimê Wisiv
Bi Xwedê raste para te li dil de heye
Lê bi Xwedê dil bi temametî ne yê te ye
Ez jî zanim li parça rastê de evîna te ye
Belê cihê kul û xema li aliyê çepê de ye
Li dil de xem bi hezar hezara ne lê evîna te bi tinê bes yeke
Heke te di vê heval ya min bikî were bi dilê xwe ve kerem ke
Bide min hinê ji e’şqa wî dilî xemna ji yêd vî dilê li dilê xwe ke
Yan min ji evîna te bese û tu jî rêka xwe bi yekcaî ji min qut ke
Heke min bi xwe karîba min nîvê dil bi destê xwe ne dida te
Lê ew jî ji ba Xwedê te’alla ye û evînî çêbû ye berî min û te
Ez ne ji Derwêşê E’bdî xurit tirim ku ya di viya na ji milet te
Dê rabe ezê te bi revînim tu jî zanî revandin li ba me a’det te
Ne qehire qet heke min derdêd dilê xwe bi evîna te nedan
Berî ez te nas bikim wan derda li dilê min de şaxveden
Ev derd ji dilê min xelas nabin heta ku te tîr pê vedan
Yan te bi wan destan ji hinava kişand û bi agirê dojê şewitan (d)
Salim Al Shahwani